Li Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer sersaxî da malbatên 4 şervanên YPG`ê ku sala 2017`an li herêma Tebqayê şehîd bûne.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer sersaxî ji malbata Yasir Hesekê (Heqî), Mizefer Salih (Demhat Bacir), Ûsama El-Salim (Qortayî) û Xeşa Nezal (Iskender) ku sala 2017`an di pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, xwest.

Merasîma sersaxiyê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve, dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPG`ê Şengal Til Koçer axivî, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Ciwanan bi lehengî parastina xaka xwe kir. Ji ber wê jî em bi aramî û azadî li herêmên xwe dijîn. Ev hemû jî berhemên fedakariya bi hezeran ciwanên me ne ku canê xwe di oxira wê de feda kir."

Her wiha hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê Zilfe Bedro jî got şehîd ew in ku rêya gelan ronî dikin û tekane hêz in ku bi saya wan gel bi aramî dijîn.

Paşê wesîqetên şehadetê yên her çar şehîdan radestî malbatên wan kirin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Sersaxî heta saetên êvarê dê bidome.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din