Li Dêrikê saziya mezêxeran hat vekirin

Li Dêrikê saziyeke mezêxeran  hat vekirin. Şêniyên herêma Dêrikê got “Di demekê de ku bihayê her tiştî bilind bûye, vekirina saziyên wiaha  pêngavek baş e.” Berpirsên saziyê jî tekez kir ku ew ê projeya xwe berfireh bikin da ku hemû pêdiviyan ji şêniyan re peyda bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyek taybet a aloziyê ji bo şopandina rewşa aborî û jiyanî ava kir. Ev yek piştî binketina lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, hat kirin û ji ber wê jî madeyên sereke bi awayekî berbiçav buha bûn.

Rêveberiya Xweser saziya mezêxeran li bajarê Dêrikê bi navê Saziya Roj ava kir da ku karibin pêdiviyên sereke weke sebze û fêkî her wiha goşt bi buhayên ji sûkê kêmtir, peyda bikin.  

Şêniyên Dêrikê ev yek wek gaveke erênî nirxand.

Xaliya Elî ji şêniyên bajarê Dêrikê ye û wiha anî ziman: "Vekirina saziyên parastina mafên mezêxeran pêngaveke baş û cuda ye. Gel di aloziyeke aborî re derbas dibe. Ji bo em vê aloziyê derbas bikin diviyabû ku saziyên bi vî awayî werin vekirin ku alîkariya şêniyan bikin. Da ku pêdiviyên xwe yên rojane bi buhayên kêm peyda bikin."

Xaliya Elî destnîşan kir ku bihayê madeyan di saziyên mezaxtinê li gorî yên sûkê pir kêm in û ev yek alîkariya şêniyan dike ku hemû pêwîstiyên xwe bikirin. Xaliya Elî di dawiyê de bang li Rêveberiya Xweser kir ku projeyên xwe li herêmê berfireh bikin da ku hemû madeyên xwarinê bixin navê.

Mihemed Emîn Temê jî spasiya Rêveberiya Xweser kir. Mihmed Emîn Temê tekez kir ku vekirina van saziyan barê welatiyan sivik dike.

Rêveberên saziya mezaxtinê  got wan sazî ji bo firotina sebze, fêkî û goşt vekirine û ew ê projeyên xwe berfireh bikin da ku madeyên xwarinê û mast û penêr jî bixin nav.

(bx)

ANHA


Mijarên Din