Li Dêrikê QSD`ê bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker dide

Hêzên Sûriyê Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêderên top û moşekên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Dêrikê da. Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker topbarana dijwar li ser Eyn Dîwarê didomîne.

Nûçegihanên ajansa me li ser xeta Dêrikê yê girêdayê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên nêzî sînor li gundewarê Dêrikê topbaran dike. Di çarçoveya mafê parastina rewa de Hêzên Sûriye Demokratîk bersiva jêderên top û moşekên artêşa Tirk a dagirker dide.

Nûçegihanên me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Eyn Dîwarî yê girêdayî Dêrikê ku dikeve bakur rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

ANHA


Mijarên Din