​​​​​​​Li Dêrikê qîrkirina rêyan û li Reqayê jî sererastkirina kanalîzasyonan

Daîreya Kanalîzasyonan a Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi dirêjahiya 250 m xeteke sereke sererast kir, di heman demê de şaredariya Dêrikê jî dest bi ziftkirina kolanên bajêr bi nirxa 700 m3 kir.

Şaredariyên gel ên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber qedexeya derektina derve ya ji ber Koronavîrusê hatibû ferzkirin kar û xebata xwe dabû sekinandin û niha dest bi projeyên xwe yên çareyeka duyemîn a îsal kir.

REQA

Daîreya Kanalîzasyonan a Şaredariya Gel a Reqayê ji çerxerêya Delê ya kolana Girê Spî ya li naverasta bajêr û heta bi pira Sewami ya li rojhilatê bajêr bi dirêjahiya 250 m xetek avê sererast kir.

Gerînendeyê Daîreya Kanalazîsyonan a Şaredariya Gel a Reqayê Husam Kalo parve kir ku proje derdora 20 rojan dewam kir û boriyên sereke yên kevn bi yên nû û 40 cm guherîn.

DÊRIK

Şaredariya Gel a Dêrikê ya kantona Qamişlo piştî komîteyên ji şaredariyê ava kir û bi komînan re hevkarî kir, bi miqdarê 700 m3 kolanên bajêr zift kirin. Tê zanîn ku beriya niha şaredariyê ji ber Koronavîrusê kar û xebata xwe dabû sekinandin.

Dihat payîn ku meha Tebaxê şaredariyê kolan dagirta û zift bikira, lê ji ber şîrketa Cûdî alîkariyê şaredariyê kir îro beşa xizmetguzariyê ya şaredariya gel dest bi ziftkirin û dagirktina rêyan kir.

Endamê Komîteya Rêveber ê beşa Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Sirbil Mehmûd destnîşan kir ku piştî komîte ji şaredariya gel hatin avakirin, da ku bajêr parçe bikin, bi komînan re têkiliyên xwe danîn û paşê bi dirêjahiya 700 m kolan û têketina bajêr zift kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din