Li Dêrikê pirsgirêka nebaşbûna qalîteya nan

Di demên dawî de li Dêrikê pirsgirêka nebaşbûna kalîteya nan derketiye. Berpirsên firina navendî sedema vê pirsgirêkê diyar dikin.

Di demên dawî de giliyên şêniyên Dêrikê yên ji ber nebaşbûna kalîteya nanê firina navendî ya herêmê zêde bûne, ku neçar dimînin nanê siyahî yê buha bikirin.

Me giliyên şêniyan gihand berpirsên firina navendî ya Dêrikê.

Rêveberê firinê Yûsif Îbrahîm sedema nebaşbûna nan spart nebaşbûna ard, xirabûna alavên firinê û kêmbûna karkarên pispor.

Firina navendî ya Dêrikê yek ji firinên herî mezin ên herêmê ye. Firin ji Dêrik û gundewarên wê re nan dipêje. Lê ji ber nebaşbûna kalîteya nanê wê şênî neçar dimînin ku nanê siyahî bi buhayên giran bikirin.

Îbrahîm got: “Firina navendî bê navber dixebite da ku hewcedariya şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê Til Koçer, Girkê Legê û gundên wan, her wiha saziyên Rêveberiya Xweser û xwaringehan a bi navê bi cih bîne."

Firina navendî rojane derdora 5 hezar torbe nan derdixîne, her torbeyek 2 kîlo û 300 gram e. Her torbeyek bi 105 lîreyên Sûrî ye. Lê her torbeyek nanê siyahî 800 gram e û bi 200 lîreyên Sûrî ne.

Yûsif Îbrahîm diyar kir ku xebatên başkirina nan bi rêya sererastkirina alavan û erkedarkirina karkarên zane, gengaze.

Girêdayê belavkirina nan, Îbrahîm wiha axivî: “Nan bi rêya komîn, wekîlan û bi hevkariya meclis û Komîteya Aborî tê belavkirin.

Rêveberê firina navendî ya Dêrikê Yûsif Îbrahîm bang li aliyên têkildar û Komîteya Aşan kir ku hejmara karkeran zêde bikin, alavên firinê sererast bikin û cûreyê aş baş bikin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn