Li Dêrikê kalîteya nan baş bûye

Şêniyên Dêrikê îşaret bi kalîteya nan kir û got di vê demê de hinekî baş bûye û çavdêrên firinan jî da zanîn ku ji ber ard hatiye guhertin kalîteya nan ne baş bûbû.

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê di demên dawîn de gazinan ji kalîteya nanê firinan dikin, ji ber nan hem reş û hem jî qalind e û hem jî çêja nan ne xweş e. Ji ber vê yekê piraniya xelkê tevî nirxê nanê siyahî bilind e jî lê neçar dimînin û dikirin.

Şêniyên Dêrikê bang li aliyên peywendîdar kir ku di rojên pêş de kalîteya nan baş bikin. Her wiha bang li çavdêrên firinan kirin ku pêşî li qerebalixê bigirin û nan baş belav bikin, ji ber xelk bi saetan li ber firinan disekinin.

Têkildarî kalîteya nanê firinên alî yên li Dêrikê gerînendeyê firinê Ekrem Hacî got nan ji ber ard ne baş e, xerab tê pijandin. Tê zanîn ku ard ji Qamişloyê tê ji firinan re.

Têkildarî kalîteya nan Ekrem Hacî got komîteya firinan û aşên li Qamişloyê destwerdana kalîteya nan kir û niha baş bûye, her wiha berê wezna torekî nan 2 kîlo û 400 g ye, lê niha bûye 2 kîlo û 200 g û nan baş tê pijandin. Ekrem Hacî bal kişand ser kêmbûna karkeran ku ev jî bandorê li kalîteya nan dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din