Li Dêrikê ji malbatên şehîdan re sersaxî hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê ji malbatên 7 cangoriyên azadiyê re sersaxî xwestin.

Ji bo  Şervîn Murad (Nûcan Cuman), Murad Batmaz ( Botan Têkoşîn), Azad Çetîn (Sîdra Şer), Zana û Rûmar ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, Cemal Murdî (Ronî Ciwanrû) ê ku di encama qezeyekê de li Dêrikê şehîd bûye, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîzêr (Samo Padayîf) ji ber nexweşiyê li bajarê Şamê şehîd bûye li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, navçeyên wê Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa herdikîn bin konê sersaxiyê yê 7 şehîdan ku li gundê Helîq ê Girê Legê hatibû venda û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got: "Şehîd pêşengên civakê ne, bi saya keda wan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinên mezin bidest xistin û di nava armanî û ewlehiyê de ne."

Endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Ehmed El-Nasir jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din