Li Dêrikê hemleya dezenfektekirinê dest pê kir

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê (Covid-19) de hemleyên dezenfektekirin û paqijkirina kolanan berdewam dikin. Li Dêrikê jî hemleya dezenfetekirina kolanan dest pê kir.

Îro piştî şêniyan pêwîstiyên xwe yên rojane kirîn û dikandaran dikanên xwe girtin, Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi hemleya paqijkirinê kir.

Bi dehan karkerên Şaredariya Gel a Dêrikê tev li hemleya paqijkirina kolanên li bazara bajêr û bazara goşt bûn.

Endamê Beşa Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Ridwan Umer axivî û got Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Gel a Dêrikê bi Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê re koordîne kiriye û bi vî awayî ew ê bazara goşt û sebzeyan dezenfekte bikin.

Ridwan Umer bang li Desteya Tenduristiyê û gerînendetiyê kir ku miqdarekî baş ji dermanên dezenfektekirinê bişînin, da ku bajar baş dezenfekte bikin. Umer da zanîn ku ji ber rewşa awarte wan bi komên biçûk dest bi dezenfektekirinê kir.

Heta niha kolanên Dêrikê bi agirkujan û alavên mezin nehatine dezenfektekirin, ji ber wê ji beriya hefteyekê ve xerab bûne.

Her wiha şaredariyê danezan li avahiyên giştî û bazarên navendî daliqandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din