Li Dêrikê agir bi mezreyên hin gundan ket

Ji duh ve agir bi zeviyên gelek gundên bakurê rojhilatê Dêrikê ketiye. Di encamê de bi dehan mezreyên sebze û fêkî li gundên Rêhanîk, Til Dara û Qedrîkê şewitîn.

Şewatên bizanebûn ji duh ve bi zeviyên gundên li keviyên Çemê Dicel (Berav) ên bakur rojhilatê bajarê Dêrikê ketine.

Şewat ta vê kêliyê didome. Her wiha agir piştî mezreyên fêkî û sebzeyan şewitandin, gihaşt derdora 3 gundên Til Dara, Rêhanîk û Qedrîkê.

Şêniyan li herêmê ji nûçegihanê ajansa me re tekez kir ku şewat ji hin kesan bi zanebûn pê ketiye. Di encamê de mezreyên fêkî û sebzeyan şewitîn. Şêniyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariyê bikin û lêpirsînê der barê van kiryarên derexlaqî de vekin.

Beriya çend kêliyan agirkujiya Şaredariya Dêrikê destwerdan kir û agir dûrî wan 3 gundan kir.

Herêmên rojhilatê Berav û bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê bi mezreyên sebze û fêkiyan navdar in.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din