Li Dêrikê 3 leşkerên Tirk birîndar bûn

Di çarçoveya mafê parastina rewa de Hêzên Sûriye Demokratîk bersîva topbaran artêşa Tirk a dagirker li ser gundekî Dêrikê da. Di encamê de 3 leşkerên tirk birîndar bûn. Her wiha QSD`ê bersîva jêderên topbarana li ser Delavê Kera yê li Girkê Legê da.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarankirina gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Têkildarî mijarê artêşa Tirk a dagirker gundê Til Mixar li bakurê Dêrikê topbaran kir. Hêzên Sûriyê Demokratîk mafê parastina rewa bi kar anî û bersiva jêderên topbaranê da.  Di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Delavê Kera yê li bakurê Girkê Legê topbaran dikin. Hêzên Sûriye Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de bersîva jêderên topbaranê dide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din