Li Dêrikê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê  û navçeyên wê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê de oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên 14 şehîdan; Ebdulselam Hesen( Harûn Çiya), Sefqan Mûsa (Sefqan Dêrik), Masûm Mecid(Botan), Melik Mihemed (Botan Ceger), Sabrî Ebdulrehman (Xebat Dêrik), Besil Şawêş (Mîtan Qehreman), Îbrahîm Hesen (Egîd Dêrik), Ridwan Mihemed (Kortayî Amed), Rohlah Tirnsa (Şahan Melekşah), Cîhan Atîk (Bahoz), Ozkê Aydin(Ceren Konîş), Umran Fêrnta( Yasîn Aydin), Gûzel Altunuz(Aynur Ada) tevî cenazeyê şehîdê sivîl Serxwebûn Elî yê ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sermisax ê girêdayî navçeya Girkê Legê şehîd bûye  wergirtin.

Piştî wergirtina cenazeyên  şehîdan, şêniyan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê bi navê Rêvebeiya Xweser Heyva Erebo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin.

Heyfa destnîşan kir ku Berxwedanan Rûmetê ya ku Hêzên Sûriye Demokratîk nîşan didin li tevahiya cîhanê deng vedaye. Her wiha bêdengiya cîhanê li hember kiryarên dagirkeran şermezar kir û teqez kir ku redkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewriyên Tirkiyê delîla mezinkirina asta têkoşînê ye.

Piştî wê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameyên şehîdan xwendin û di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk radestî malbatên wan kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din