Li Dêrazorê xebatên dabînkirina kehrebeyê didomin

Tîma Sererastkirinê ya Navenda Awarte ya herêma Mihêmîda ya Dêrazorê xebatên sererastkirina trensên kehrebeyê bi dawî kirin. Bi vê yekê kehrebe gihîşt herêma Mihêmîda Jêrîn.

Li gundewarên Dêrazorê di dirêjahiya 8 salan de kehrebe qut bûbû. Piştî rizgarkirina herêmê Tîma Sererastkirinê ya girêdayî Navenda Awarte sererastkirina trensên kehrebeyê li gundê Mihêmidiya yê rojavayê Dêrazorê bi dawî kir û kehrebe gihand gundên Mihêmîda Hewayîc Ziyab û Hewayîc Bû Misa.

Rêveberê Navenda Awarte ya bajarokê Mihêmîda Cîhad El-Rebah diyar kir ku wan hemû trensên kehrebeyê durist kirin û piştî salan ji qutkirinê, aktîf kirin. El-Rebah destnîşan kir ku xebatên sererastkirinê li gelek bajarokan 24 saetan dewam dikir.

ANHA

 


Mijarên Din