Li Dêrazorê stasyonên avê tên sererastkirin

Komîteya Xizmetguzariyê û şaredariyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi sererastkirina stasyona avê ya Xabûr kir ku 150 donimî av dide û li gundewarên bakurê Dêrazorê xizmeta 3 hezar kesî dike. 

Komîteya Xizmetguzariyê û şaredariyên girêdayî gundewarên Dêrazorê projeya sererastkirina stasyona ava Xabûrê ya li bakurê gundewarên Dêrazorê ragihand.

Tê zanîn ku ji stasyonê 3 hezar kes sûdê werdigirin û 150 donimî av dide.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê Cîhad El-Licî têkildarî mijarê got: "Heta vê kêliyê komîteyê 40 stasyonên avê sererast kirine."

Îro jî bi merasîmekê stasyona avê hate vekirin, di vekirina stasyonê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xezan Yusif, gerînendeyê projeyê Hanî El-Şelebî, cîgirê hevserokê Meclisa Zagonsaz Xelef Esaad û rûspiyên eşîran amade bûn.

Di merasîma vekirinê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yusif axivî û îşaret bi mijara xizmetguzariyê kir, her wiha başbûna rewşa xizmetguzariyê ya li herêmê tekez kir û wiha pê de çû: "Li gundewarên Dêrazorê gelek projeyên pêşxistina rewşa heyî ya xizmetguzariyê hene, tevî piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ`ê, di demeke kurt de ev proje pêk hatin, ne tiştekî normal e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê di demên derbasbûyî de projeya sererastkirina stasyona Sebhayê ya ji kanalîzasyona Xabûrê re bi dirêjahiya 42 km jî dest pê kiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din