Li Dêrazorê rûspiyekî êla El-Şiêtat rastî êrişeke çekdarî hat

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, kesên nenas ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, gule li erebeya yek ji şêxên êla El-Şiêtat şêx Nasir El-Tiramî û rûspiyekî êla Ceîdîd Igêdat yê bi wî re barandin.

Li gorî agahiyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê, şêx Nasir El-Tiramî û rûspiyekî êlên bajarokê Igêdat di encama êrişa îro de birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Beriya wê jî gelek rûspî û şêxên êlên herêmê rastî êrişên çekdarî û bûyerên qetilkirinê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û tirsandina şêniyan, hatibûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din