Li Dêrazorê panela "Jina zana û rêxistinkirî bingeha civaka azad e"

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca zanakirina jinan û rêxistinkirina wan ên qada siyasî, leşkerî û civakî de panelek li gundewarê Dêrazorê organîze kir.

Panl bi diruşma "Jina zana û rêxistinkirî bingeha civaka azad e" û bi beşdarbûna nûnerên jinên ên meclisên sivîl û herêmî yên Dêrazorê hate lidarxistin

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclisa Jinan a Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Xeşwan panel bi rê ve bir û li ser rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got jin di tevahî aliyan de di qonaxeke çarenûsî û dîrokê re derbas dibe.

Xaliye Xeşwan diyar kir armanca vê panelê zanakirina jinan û rêxistina wan di aliyên siyasî û leşkerî û civakî de ye ku jinên siyasetmedar ên xurt çêbibin ku krîza Sûriyê çareser bikin.

Di dawiya panelê de beşdaran li ser mijara semînerê, çawaniya pêşxistina rola jinan, derbaskirina astengiyên li pêşiya wan û beşdarkirina wan di tevahî qadan de nêrînên xwe parve kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din