Li Dêrazorê navendên depokirina berhemên çandiniyê têne amadekirin

Şîrketa pêşxistina civaka çandiniyê li Dêrazorê bi hatina dema çinînê re amadekariyên navendên depokirina tovan dike.

Şîrketa pêxistina çandiniyê li Dêrazorê 6 hezar ton ji semadê û miqdarên ji dermanê çandiniyê, her wiha madeya mazotê bi rêya Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê belav kir.

Şîrket niha amadekariyên navendên depokirinê dike da ku berhemên îsal genim ji cotkaran bikire (80 hezar ton) li navenda El-Mehleca (25 hezar ton), navenda bi navê 10 km Eraa (35 hezar ton) û navenda 7 km (20 hezar ton).

Tê zanîn ku di demsala derbasbûyî de miqdarê genim 48 hezar û 860 ton bû.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/05/07/111533_103035_der-zor-hazir-kirina-cihen-musm-28229.jpeg

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Raniya El-Ilka diyar kir ku tîmên kirîn, lêkolîn û amadekirina buroyên rêza erebeyên bar hatine amadekirin da ku berhemên îsal ji genim wergirin da ku wek sala par zehmetî çênebin. Raniya tekez kir ku armanca amadekariyên wan ku hemû berhemên genim ji cotkaran bikirin da ku depokirina stratejîk ku tê ra firneyên li herêma Dêrazorê û tovên ji bo demsala pêş bike. Raniya anî ziman ku şîrket torbeyan ji cotkaran re peyda dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din