Li Dêrazorê merasîma oxirkirina şehîd

Şêniyên bejahiya rojhilatê Dêrazorê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sêf Mihemed Ehmed ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, oxir kir. Her wiha di merasîmê de nasnameyên 3 şehîdên din jî hatin eşkerekirin.

Bi sedan kes ji şêniyên bejahiya rojhilat a Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Sêf Mihemed Ehmed bûn ku di 17`ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Merasîma oxirkirina şehîd bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Piştî toranê, gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Sêf re hate xwestin û soza şopandina rêya têkoşîna şehîdan heta pêkanîna hemû armancên şehîdan, hate dayîn.

Piştre wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Her wiha di merasîmê de, nasnameyên 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, hatin eşkerekirin. Navên şehîdan wiha ne: Bedrî Ibrahîm, Hemûd El-Ewad, Hisên El-Ceda.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Sêf li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hate oxirkirin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din