Li Dêrazorê ji bo zarokan akademiya werzîşê hate vekirin

Li Dêrazorê, Akademiya Werzîşê ji bo zarokan hate vekirin. Di akademiyê de 450 zarok dest bi perwerdeyên werzîşê kirin.

Bi armanca pêşxistina behreyên zarokan ên werzîşê û xurtkirina wan di aliyê fîzîkî û hişmendî de, Yekîtiya Werezîşê ya Dêrazorê li herêma Sifêra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê Akademiya Werzîşê ji bo zarokan vekir.

Di akademiyê de 450 zarokên ji temenên di navbera 4 heta 14 salî dê werin perwerdekirin. Zarokên tevlî perwerdeyên akademiyê bûne ji 11 gundên rojavayê Dêrazorê ne, "Ebû Hemam, Ebû Herdûb, Cirzî, Teyana, Siwêdan, Sebha, Sifêra, Hewadîc Ziyab, Hewadî Bû Misa, Hemar El-Elî û Hermûşiyê".

Hevserokê Yekîtiya Werzîşê ya Dêrazorê Nûrî Çawîş armanca vekirina akademiyê destnîşan kir û ev tişt got: "Me xwest vê akademiyê li herêmên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin da ku bûyerên kiriyarên çeteyaên jî bîra zarokan bibin û wan teşwîq bikin ku berheyên xwe yên werzîşê derxînin."

Çawîş diyar kir ku ji destpêka vekirina akademiyê ve tevlîbûna zarokan zêde bû ku gihiştiye 450 zarokan.

Akademiya Werzîşê ya Zarokan di saetan ber êvarî de zarokan perwerde dike.

ANHA


Mijarên Din