Li Dêrazorê hewldaneke şaneyên DAIŞ`ê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bejahiya rojavayê Dêrazorê hewldaneke terorîst a çeteyên DAIŞ`ê ku li dijî navendên Dîwana Edaletê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û navendeke hêzên Ewlekariya Hundrîn li bajarokê Kesra, têk birin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pilaneke  terorîst a şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li bajarokê Kesra yê bejahiya rojavayê Dêrazorê îro, têk bir.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn li bajarokê Kesra girtin ser du nuqteyên li gundê Hemar El-Elî û bajarokê Kesra ku şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê xwe têde bicih dikir. Di encama wê de şane hat girtin, çek û amûrên bi wan re hat desteserkirin.

Her wiha hêzên Ewlekarya Hundirîn bombeyên ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, dîtin. Ji wan bombeyan 70 kîlo hebûn.

Çavkaniyên ji hêzên Ewlekarya Hundrîn diyar kir ku lêpirsîn der barê bûyerê de, didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din