​​​​​​​Li Dêrazorê 2 DAIŞ'î hatin girtin

Di operasyoneke ewlehiyê ya QSD'ê de du çeteyên DAIŞ'ê li derdora çolistana El-Sebha ya Dêrazorê hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî leşkerî hatine girtin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibehê operasyoneke ewlehiyê li çolistana El-Sebha ya Dêrazorê pêk anî.

Di operasyonê de du DAIŞ'ê di maleke kavilkirî de nêzî stasyona Tirênê ya li dargerandina kolana 16`an hatin zeftkirin. Çavkanî destnîşan kir ku li gel her du çeteyan çek, demançeyên ferdî, rext û mertal hatin dîtin.

Heman çavkanî da zanîn ku piştî dorpêçkirina malê, her du çeteyan xwe radestî QSD'ê kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din