Li Diyalayê li dijî DAIŞ‘ê operasyona leşkerî

Li herêmên  başûrê  navçeya Xaneqînê ya Diyalayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyona leşkerî pêk hat. Di operasyonê de 2 endamên Heşdî Şebî jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku herêmên Hewzî Sediye û Îmam Weyis ên başûrê navçeya Xaneqînê ya Diyalayê îro ji aliyê hêzên Heşbî Şebî, Dije Teror a Iraqê û Artêşa Iraqê ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon pêk hat.

Li gorî agahiyan di operasyonê de stargehên çeteyên DAIŞ'ê hatine rûxandin û hejmarek çek û teqemiyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di operasyonê de hinek mayînên çeteyan hatine bêbandorkirin û 2 bombeyên çeteyan hatin teqandin. Di encamê de 2 endamên Heşdî Şebî jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.


Mijarên Din