Li Dirbêsiyê xwendekarên asta yekemîn tevlî ezmûnan bûn

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 50 xwendekaran ezmûnên asta yekem a zimanê kurdî bi dawî kirin.

Piştî 40 rojan ji perwerdeyê, Komîteya Perwerdeyê ya Dirbêsiyê ezmûnên asta yekemîn a zimanê kurdî ji xwendekarên ku tev li perwerdeyê bûbûn re, çêkirin.

Ezmûn li Dibistana Zênidîn Enterat a li navenda navçeya Dirbêsiyê hatin lidarxistin.

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê Rizgar Mihemed bal kişand ser girîngiya fêrbûna zimanê kurdî û girîngiya ku her pêkhateyek fêrî zimanê xwe bibe. Der barê ezmûnê de Rizgar Mihemed wiha got: "Piştî 40 rojan ji perwerdekirina xwendekarên asta yekem, îro ezmûnên xwe pêşkêş kirin."

Her wiha Mihemed diyar kir ku eger ev 50 xwendekar di vê astê de bi ser bikevin, wê êdî derbasî asta duyemîn bibin.

ANHA


Mijarên Din