Li Dirbêsiyê jinek hat kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li navçeya Dirbêsiyê cenazeyê jinekê ku di mala xwe de hatiye kuştin, dît.

Şêniyên taxa rojhilatê navçeya Dirbêsiyê agahî dan Hêzên Ewlekariya Hunderîn ku dengê guleyan ji mala D.X a 27 salî hat bihîstin. Hêzên Ewlekariyê berê xwe dan cihê bûyerê û cenazeyê  D.X kutşî di mala wê de dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêkolînê der barê kuştina D.X. de kir. Li gorî bijîşkê tiba edlî li navçeyê ku D.X. bi guleyekê di serê xwe de duh hatiye  kuştin. Tê gotin D.X. ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dest bi lêkolînê der barê bûyerê de kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din