Li Dirbêsiyê amadekariyên li gorî rewşa awarte bi dawî bûn

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û endamê rêveber ê şaneya aloziyê Rustem Bekir diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên li gorî rewşa awarte di hemû aliyan de bi dawî kirine.

Li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand. Li ser vê yekê meclis, şaredar û tevahî sazî ketin tevgerê û li gorî vê rewşê dest bi amadekariyan kirin

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ku li sînorên dewleta Tirk a dagirker e, şaneyeke aloziyê hat avakirin ku ji gelek komîteyên jinan, tenduristî, parastin, ciwan û komîn pêk tê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê û endamê rêveber ê şaneya aloziyê Rustem Bekir got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, nemaze piştî ku dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên li dijî herêmê û hedefgirtina şêniyan bi rêya balafirên bêmirov ên biçek zêde kirin.”

Bekir anî ziman ku ragihandina rewşa awarte gelek girîng e, ew li hemû welatan tê ragihandin dema ku li hember xeteriyê be û got: ''Ji ber wê divê em amade bin.''

Her wiha Bekir diyar kir ku herêm ji gelek salan ve di nav şer de ye, dewleta Tirk a dagirker bi gelek hincetan hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, li navçeya Dirbêsiyê jî gundên tijî şênî hatin topbarankirin.

Têkildarî amadekariyên wan li gorî rewşa awarte Bekir got: “Hemû komîte mîna şaredarî, meclis, tenduristî, parastin, jin, ciwan û komînan, cihên depokirina madeyên xwarinê, jêrzemîn amade kirin da ku şênî xwe lê biparêzin. Her wiha gelek navendên tenduristiyê li navçeyê û derveyî wê bi xebatkarên tenduristiyê û dermanan hatin hazirkirin.”

Rustem Bekir destnîşan kir ku şêniyên herêmê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade kiriye û berxwedana wan li hember dagirkeran li ser wê delîl e.

Rustem Bekir got komîn û ciwan roleke girîng û bingehîn di parastina herêmê de dilîzin ji ber ku ew bingeha şoreşê ne û wiha anî ziman: “Ew hazir in ji bo li rex hêzên leşkerî şer bikin û herêmê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî biparêzin. Hemû tax û gundên nêzî sînor hatin asêkirin û alîkarî ji şêniyan re hatin pêşkêşkirin.”

Bekir daxuyand ku komîn di dema şer de dê veguhere komîneke leşkerî, siyasî û civakî û dê li ser birêxistinkirin û hişyarkirina şêniyan kar bike.

Rustem Bekir di dawiyê de bang li gelên herêmê kir ku ji şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya malperên tevna civakê dimeşîne û îdiayan li ser nêzîkbûna êrişa wê ya leşkerî belav dike hişyar be û got: “Divê em axa xwe ya bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye avdan bernedin.”

(dm)

ANHA


Mijarên Din