Li dijî tecrîda li ser Ocalan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin

 Bi sedan xebatkar û endamên şaredariyên kantona Qamişloyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşeke girseyî organîze kir.

Endam û xebatkarên şaredariyên kantona Qamişloyê tev li meşê bûn. Meşvanan pankartên bi nivîsa "Bê Serok jiyan nabe", "Em dagirkeriyê têk bibin, nirxên şoreşê biparêzin", "Azadî ji bo Ocalan", "Vîna gel wê bi ser bikeve" û "Ji dagirkeriyê re na" rakiribûn.

Meş ji ber Akademiya Şaredarî û Parastina Ekolojîk a Qamişloyê dest pê kir.

Meşvanan bi berzkirina sloganên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û tecrîda li ser Ocalan, heta Çerxerêya Sonî ya naverasta bajarê Qamişloyê meşiya. Li çerxerêyê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb axivî.

Silêman Ereb got: "Îro li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li vir em dengê xwe bilind dikin. Em dibêjin na ji dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re."

Ereb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Rojavayê Kudistanê ne, li seranserê cîhanê îro dewleta Tirk bûye serkêşiya şovenîzm, nîjadperestî û parastina DAIŞ`ê ye.”

Piştî axaftinê, mîtîng bi sloganên "Bijî serok Apo" û "Erdoganê terorîst" bi dawî bû.

(sb)

ANHA


Mijarên Din