Li dijî tecrîdê Kongreya Star konê çalakiyê veda

Bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û netewa demokratîk misoger bikin", Kongreya Star a kantona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê veda.

Ji bo şermezarkirina komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Îro kongreya Star a kantona Efrînê li parka navçeya Ehdes a kantona Şehbayê konê çalakiyê destpê kir.

Kon bi alên Kongreya Star û wêneyên rêber Ocalan her wiha pankertên bi nivîsên " dîlgirtina Ocalan, dîlgirtina tevahî mirovahiyê ye", " em soz didin em ê pergala Îmraliyê têk bibin û bi rêber Apo re azad bijîn", " azadiya Ocalan misogeriya netewa demokratîk e" û " bi ruhê jina azad em ê pergala Îmraliyê têk bibin" hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên gundên Til Qirah, Merateh û navçeyên Ehdas, Babinês, Til Şiîr û Fafînê yên kantona Şehbayê beşdarî konê çalakiyê bûn û diruşmeyên silavkirina bexwedana rêber Ocalan berz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêveberiya Kongreya Star Hesna Hesen wiha axivî: " tevî ku 22 sal di ser komployê re derbas bûn, lê belê dewleta Tirk hîna tecrîdê bi giranî li ser rêber Ocalan ferz dike. Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin û daxwaza bi dawîkirina tecrîdê û azadkirina rêber Apo dikin."

Piştre bi navê Meclîsa Navçeya Ehdasê rêveber Mihemed Hisên axivî û îşaret pê kir ku ta azadkirina Ocalan û têkbirina siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelê kurd, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Her wiha endama Kongreya Star Hêvîn Bekir wiha axivî: " Rêber Abdullah Ocalan di mêjiyê gelan de zindî ye. Rêxistinên mirovî li ku ne?. Gelo kiryarên ku hemî qanûnên navdewletî binpê dikin ku dewleta Tirk pêk tîne, nabînin"?.

Di çalakiyê de her wiha rêveberiya Yekitiya Jina Azad li Şehbayê Rafia El-Ehmed axivî û tecrîd şermezar kir û diyar kir ku Ocalan ne tenê azadiya gelê kurd lê belê azadiya hemî gelan dixwaze. Ji ber vê yekê ew rêberekî entirnasyonal e û divê dewleta Tirk tecrîda li ser wî bi dawî bike.

Piştî axafinan, beşdaran li dengekî rêber Ocalan ê der barê nêrînên wî yê li ser siyaseta dewletên kapîtalîst li dijî gelên blindest, guhdarî kirin.

Tê payîn ku konê çalakiyê 3 rojan dewam bike.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din