Li dijî sewqiyetên PDK`ê wê ciwanên Başûr ber bi Garê ve bimeşin

Li dijî hewldanên derxista şerê birakujiyê û sewqiyetên leşkerî yên PDK`ê li Garê, wê ciwanên Başûrê Kurdistanê 20`ê Mijdarê ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Hemû beşên civaka Kurd li hemberî êrişkariya PDK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi şandina hêza xwe ya çekdar bû sedema aloziyê, bertekên xwe nîşan didin.

Li gel kampanya û bangên rewşenbîran, ciwanên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo meşeke dirêj amade dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di 20'ê Mijdara 2020'an de roja Înê wê li bajarokê Teqteqê yê navçeya Koyê, meşeke dirêj ber bi Garê dest pê bike.

Meş wê bi dirûşma "Na ji şer re, belê ji yekîtiya neteweyî re" pêk were.

Komîteya amadekar a meşê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir û got: "Tevlîbûna vê çalakiyê erkekî neteweyî û niştimanî ye."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku li ber şer rabin.

Li gorî daxuyaniyê dem û cihê destpêkirina meşê wiha ye:

Cih: Nav Suka Teqteq

Roj: În 20.11.2020

Dem: 12:00

(cx)


Mijarên Din