Li dijî faşîzmê berxwedana azadiyê ya jinên Êzidî

6 sal li ser salvegera fermana 74'an re ya li dijî êzidiyan derbas bûn, ku tê de hezaran jinên Êzidî hatin revandin û kolekirin. Bi hezaran hatin rizgarkirin, lê hîna çarenûsa bi hezaran ne diyar e. Gelo berpirsên vê fermanê kî ne û kî li hemberî wê sekinin?

Di şeva 3`yê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kirin û li dijî êzidiyan komkujî pêk anî, bi hezaran mirov qetil kirin, bi hezaran jî revandin, ku di nav de zêdetirî 5 hezar jin û zarok hebûn.

Fermana 74`an a li dijî êzidiyan, ji mezintirîn komkujiyên ku di sedsala 21`mîn de pêk hatine bû. Di vê fermanê de bi deh hezaran malbatên êzidî ber bi Rojava û herêmên Başûrê Kurdistanê ve koçber bûn. Her wiha li dijî jinan kiryarên herî hov hatin meşandin. Ji revandin, qetilkirin û li dijî wan sûcên cinsî hatin kirin. Ji wê zêdetir jin li sûkên Reqa û Mûsilê hatin firotin û wekî cariyê (xizmetkar) hatin bikaranîn. Dîsa jin neçar dikin ku bibin misilman, Quran bi wan dan ezberekirin û domdar li wan dixistin.

Li aliyekî din jî zarok leşker dikirin û wan li gorî fikirê tundraw perwerde dikirin, her wiha wan tev li şer û êrişên xwekujî dikirin.

BI HEZARAN JIN Û ZAROK RIZGAR BÛN

Bi armanca tolhildana jinên revandî û bersivdayîna fermanê, sala 2015`an Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Bi sedan jinên şengalî tev li yekîneyên bûn û di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de berxwedaneke mezin raber kirin. Şervanên YJŞ'ê rola pêşeng di rizgarkirina gundên Êzidî ji çeteyan de lîstin û dehan jinên hatibûn revandin ji pençên çeteyan xilas kirin.

10`ê Mijdara 2016`an Yekîneyên Parastina Jin  (YPJ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)  Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê bi rê ve birin. Di çarçoveya pêngavê de ji 6 hezar û 417 kesan,  zêdetirî 3 hezar jin û zarok rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan û Desteya Jinan a Herêma Cizîrê kirin, ku ji aliyê xwe ve radestî Meclisa Şengalê kirin da ku wan li malbatên wan vegerînin.

Endamê Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê, Seydo Ilyas ji ANHA'yê re axivî  û got, di encamên xebatên lêgerînê de û bi hevkariya Rêveberiya Kampa Holê zêdetirî 144 jin û 233 zarok hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan ên li Şengalê hatin kirin.

Li gorî agahiyên ku  Mala Êzidiyan dane, ji 6 hezar û 417 kesên hatibûn revandin3 hezar û 530 hatin rizgarkirin, di nav wan  de hezar û 199 jin, 339 mêr, 951 kur û hezar û 41 keç rizgar bûn.

Hikumeta Iraqê erkê xwe li hemberî êzidiyan bi cih neanî, ne alîkarî pêşkêş kir û ne jî navên kesên hatine revandin ku çarenûsa bi hezaran hîna ne diyar e belge kir.

TENÊ GERÎLA Û RÊVEBERIYA ROJAVA BAGAN ŞENGALÊ BI CIH ANÎN

Çalakgera siyasî, şahida komkujiya Şengalê Netewî Xemgîn, şehîdên Şengalê bi bîr anîn û hûrguliyên bûyera Şengalê parve kir. Netewî got:"Ez şahida qirkirina li dijî xelkê me yên Şengalê me. Beriya êrişî pêk were ez berpirsa rêxistinkirina jinên di nava Rêxistina Jinên Kurdistanê de bûm, tevahî kar û xebata me ji bo rêxistinkirina jinan bû, ji ber jin di xeteriyê de bûn. Mûsil û Til Efer navendên DAIŞ`ê bûn û Şengalê jî dorpêçkirî bû û di bin parastina hikumeta Iraqê, Partiya Demokratîk a Kurdistan PDK), partiyên din ên wekî Partiya Yekitiya Demokratî Kurdistan, Partiya Komunîst, Kombûna Êzidiyan û Tevgera Demokrat a Êzidî de bû."

Beriya êrişa DAIŞ`ê bi 20 rojan hikumeta Iraqê  ji Şengalê vekişiya û radestî hikumeta Herêma Kurdistanê  kir. 3 roj beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê Pêşmergeyên PDK'ê çekên giran ji êzidiyan vekişandin  ku bi navê guhartina hêzên û tektîka şer li êzidiyan belav kiribûn.

Netewî Xemgîn diyar kir ku pêşmergeyan ji bo parastina Şengalê yek fîşek berneda û beriya êrişkirinê bi rojekê vekişiyan û Şengalê radestî DAIŞ`ê kirin. Netewî û wiha destnîşan kir: "Tenê şaxê rêxistinî ya 15'an li Şengalê ma. Lê şerê DAIŞ'ê nekirin, sibeha roja din vekişiyan û Şengalî li pêşberî qirkirinê rû bi rû hiştin."

Netewî Xemgîn eşkere kir ku " Piştî dorpêçkirina Şengalê, me banga parastina Şengalê û niştecihên wê li partiyên kurdî û Iraqê kir. Lê mixabin tu kesî bang bi cidiyet negirt. Tenê Rêveberiya Xweser a Rojava û gerîla banga me bersivand. Tevî ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Şengalê di bin parastina me de ye û rê nade tu kesî ku destwerdana wê bike."

Netewî wiha dom da axaftina xwe:"Yekîneyên Parastina Gel bang bi cih anîn û ji hikumeta herêmê xwestin ku ji bo alîkariya şêniyên Şengalê korîdorekê vekin, lê PDK`ê bi îdiaya ku ew ê parastina Şengalê bike, nehişt alîkarî derbas bibe. Lê di rastiya xwe de PDK'ê dixwestin dîroka Şengalê,  nexasim dîroka jinên êzidî ji holê rakin.

Yekîneyên Parastina Gel û gerîla tevî çekên sivik Şengalê terik nekir û nehişt ku şêniyên wê ji çeteyên DAIŞ'ê re bibe pariyek hêsan. Yekîneyên parastinê û gerîla heta dawiyê parastinê Şengalê kir û ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd tê koşiyan. "

ŞENGALIYAN XWE BI RÊXISTIN KIRIN

Piştî kerîdorên bi ewle ji şêniyên Şengalê re vebûn û berxwedaneke bêhempa hate meşandin, YPG/ YPJ û hêzên gerîla dest bi hemleya rizgarkirina herêmê kir, bi dehan gund rizgar kirin, Rêveberiya Xweser a Şengalê ava kirin, saziyên perwerdê û xizmetguzariyê vekirin û bi vî awayî gelên Şengalê xwe bi rêxistin kirin.

Netewî Xemgîn destnîşan kir ku ji bilî şêniyên Şengalê, hêzên gerîla û yekîneyên parastinê,  tu hêzan Şengalê rizgar nekir û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê hêzên leşkerî yên parastina gel û jinan, Meclisa Jinan û Meclisa Gel a Şengalê ava kirin, li ser bingeha firkir û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û gihaştin baweriyekê ku heke xwe nespêrin neteweya demokratîk û biratiya gelan dê careke din qirkirina li dijî wan dubare bibe. Gelek jinên Şengalê ji ber DAIŞ`ê reviyan û xwe li nava çiyayan veşartin, paşê vegeriyan, xwe bi rêxistin kirin û ber bi Reqayê ve çûn, da ku jinên êzidî ji çeteyan rizgar bikin, lewma mirov dikare bibêje ku ew rêxistinkirina jinên êzidî bi xwe ye."

Netewî Xemgîn bang li şengaliyan kir ku xwe li ser bingeha biratiya gelan û neteweya demokratîk bi rêxistin bikin, her wiha bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ku dûrî xeta îxanetê bikevin û îtîrafê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin, ji ber Şengal di cografiya Iraqê de ye û xelkên wê iraqê ne. Her wiha got, divê li dijî sûcên dewleta Tirk û zêdegaviyên ji sîrorê wan re helwestekê nîşan bidin.

HIKUMETA IRAQÊ Û HERÊMÊ BERPIRSÊN ÇARENÛSA 5 HEZAR JIN E

Netewî Xemgîn bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha domand:" Ew jî mîna DAIŞ'ê li dijî 5 hezar jinên Êzidî yê ku hatin sebîkirin, ji birçîba , jinên ducanî yên ku beriya dema xwe ji tirsa welidîne û zarokên xwe li çiyayan hiştine, guhen kirine. Lewra di vê hesabê van sûcan tevan ji hikumeta Iraqê, herêmê, dewleta Tirk, DAIŞ`ê û hemû dewletên destên wan di piştgirya terorê û komployan de heye were xwestin."

Çalakgera siyasî Netewî Xemgîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hertim dibêjin ku xeta têkoşînê bi ser dikeve û xeta îxanetê jî dişkê. Îro gel xwedî hêz, vîn û têkoşîn e, dikare li ber xwe bide û hesab ji kesên êrişkaran bixwaze. Her wiha dikare xeta berxwedan û têkoşînê bide meşandin û ew jî bi rêya xwe re ew ê şopdarê rêya şehîdan be û xwedî vîn, hêz, fikir û têkoşîna ku ji rêber Abdullah Ocalan girtine bin."

(eh)        

ANHA


Mijarên Din