Li dijî Erdogan û wezîrên wî projeya cezayan a Amerîkayê

Endamên partiyên Cemhûrî û Demokartîk ên di Congressa Amerîkayê de ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya ferzkirina cezayan li djiî Erdogan û wezîrên wî amade kirin.

Endamên Congressa Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen îşev projeya qanûn a ku li şûna endamên herdu partiyan (Cemhûrî û Demokratîk) amade kirine, belav kirin. Li gorî herdu endaman ev proje têkildarî cemidandina pereyên Erdogan û wezîrên Parastinê, Derve, Diravî û Bazirganî û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê û danîne bendan li ser derbasbûna rayedarên Tirk ne.

Li gorî projeya qanûn, alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji Tirkan hatine qedexekirin û ceza li hemû kesên biyanî ku parçeyên leşkerî, madî, manewî, teknîkî yan jî pere didin an difroşin Tirkiyê ferz dike.

Di belgeya projeyê de tê gotin, ceza ji roja ferzkirinê ve heta 90 rojan  dewam bike û dibe were dirêjkirin. Li gorî projeyê heger Tirkiyê kiryarên xwe yên leşkerî yên yekalî li herêma Rojhilatê Firatê û hêzên xwe yên opozisyona çekdar ji deverên ku di operasyona 9‘ Comehê dagirkirine de vekişîne, Congress projeyê disekinîne.

(bb)


Mijarên Din