​​​​​​​Li dijî dagirkeriya Tirk li Başûr kampanyaya îmzeyan

Li dijî êriş û sewqiyata artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûr, kampanyaya îmzeyan dest pê kir. Heta niha zêdetirê hezar 200 îmze hatine komkirin.

Ji aliyê komeke mamosteyên zanîngehê, aktîvîstên civaka sivîl û çavdêrên siyasî yên Hewlêrê ve zêdetirî hefteyek e ‘Kampanya Bergiriya li Xak û Nîştiman’ li dijî êriş û sewqiyata dagirkerî ya dewleta Tirk dane destpêkirin.

Kampanya li ser înternetê tê meşandin ku formek e ku welatî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr îmze dikin. Heya niha zêdetirî hezar û 200 îmze hatine komkirin.

Yek ji rêveberên kampanyayê Elî Mehmûd têkildarî kampanyayê agahî da Rojnewsê. Elî Mehmûd da zanîn armanca wan ew e ku welatî bi rêya kampanya îmzeyan nerazîbûna xwe li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr nîşan bidin.

Elî Mehmûd got: “Heya niha hezar û 200 îmze hatine komkirin, roj bi roj îmze zêdetir dibin çend rojek din wê kampanya berdewam bike. Piştre wê îmzeyên ku hatine komkirin ji Papayê Vatîkan û Netewên Yekbûyî re werin şandin. Em piştgiriya banga Netewên Yekbûyî dikin ku di meha Adarê de banga rawestandina şer li tevayî cihanê kiribû.”

Di dewamê de Elî Mehmûd da zanîn di ser qirîza aborî û hebûna virûsa Korona ya li Herêma Kurdistanê, êriş û dagirkeriya Tirk jî ewlehî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê hîn zêdetir xistiye metirsiyê.

Mehmûd got: “Em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dikin li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke cidî nîşan bide û pêşî li êrişan bigre. Tirkiye dixwaze bi xewn û xeyalên Împaratoriya Osmanî herêmê carek din dagir bike. Lê ev xeyala wê pêk nayê, ji berku serdema xelîfetiyê derbazbûye. Li gorî min êrişên Tirkiyê tu peywendiya xwe bi PKK’ê re nîn e. Ma PKK li Lîbya û Lubnanê jî heye? Tirkiye niha hewl dide wan welatan jî dagir bike.”


Mijarên Din