Li dijî bazirganên bi buhayan dilîzin tedbîrên hişk tên girtin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tekez kir ku li dijî bazirganên ku bi buhayan dilîzin dê tedbîrên hişk bên girtin. Her wiha destnîşan kir ku divê xwediyên dikanan li gorî buhayên diyarkirî kel û pelan bifiroşin. Her wiha Rêveberiya Giştî ya Temwîn û Parastina Serifkaran, 160 dikan muxalefe kirin.

Piştî biryarnameya Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qedexeya çûn û hatinê di roja duyemîn de dewam dike. Hemû nexweşxane, navendên tenduristiyê yên taybet û giştî, rêxistinên navdewletî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane, komîteyên dezenfektekirinê, xebatkarên şaredariyê, firin û dikanên madeyên xwarinê her wiha erebeyên veguhastina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û sahrîcên veguhastina sotemeniyê ne, di nava qedexeyê de ne û karê xwe dewam dikin.

Da ku bi buhayê madeyên xwarinê neyê lîstin û bilind nekin, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya Giştî ya Temwînê û Parastina Serifkaran li herêma Cizîrê li ser sûkên bajar, navçe û bajarokan digere.

Li bajarê Qamişlo ku tevgereke kêm li sûkê hebû, şêniyan destnîşan kir ku buhayê madeyên wekî sebze û fêkiyan bilin bûye yan jî li her dikanekê bi buhayekî tê firotin. Her wiha diyar kirin ku hin bazirgan li gorî lîsteya ku Şaredariya Gel diyar kiriye, nafiroşin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Talet Yûnis di nava komîteya li sûka bajarê Qamişlo digeriya de bû û wiha da zanîn: "Piştî giliyê şêniyan der barê lîstina bazirganan bi buhayê madeyên xwarin, li herêma Cizîrê tevî komîteyên temwînê ger pêk tên."

Talet Yûnis banga hevkariya bi saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û biryarên mayîna di malê de li şêniyan kir û xwest ku ger buhabûna madeyên xwarinê ji aliyê bazirganan ve ferq kirin, berê xwe bidin beşî temwînê. Her wiha bang li bazirganan kir ku bi ruhê berpirsiyariyê hevkariya welatiyan bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê tekez kir ku dê Rêveberiya Xwerser li dijî bazirganên ku bi buhayan dilîzin, tedbîrên hişk bigire.

160 DIKAN RASTÎ MUXALEFETÊ HATIN Û BI DEHAN HATIN GIRTIN

Rêveberê giştî yê beşê Temwînê û Parastina Serifkaran ê herêma Cizîrê Ebd El-Basit Kotî jî tekez kir ku tu kêmanî di madeyên xwarinê de li sûkan tune ye û wiha got: "Made bi rêjeyeke baş li sûkan peyda dibin û kesên ku hewl bidin bi buhayan bilîzin an bilind bikin, dê bên cezakirin."

Kotî her wiha destnîşan kir ku wan hemû bazirgan der barê vê yekê de agahdar kirine û wiha dewam kir: "Ji duh de heta niha 160 dikanên madeyên xwarinê rastî muxalefetê hatin û bi dehan jî hatin girtin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya Giştî ya Temwîn û Parastina Serifkaran a herêma Cizîrê, ji bo pêşîlêgirtina lîstina bi buhayên kel û pelan dê heta bidawîbûna dema qedexeya derketina derve  gerên xwe li hemû bajar, navçe û bajarokên herêmê dewam bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din