Li dijî baregeha leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê êriş

Li dijî baregeha leşkerî ya K1 a li Kerkûkê ya leşkerên Amerîkî têde ne êrişa bi moşekê pêk hat.

Li gorî nûçeya Rojnews‘ê, li Kerkûkê li hemberî baregeha leşkerî ya K1 a leşkerên Amerîkî têde ne êrîşa bi moşekê pêk hat.

Têkildarî ziyanan agahî nehatine wergirtin.

Beriya bûyerên 16’ê Cotmehê di Baregeha Leşkerî ya K1 de ku 10 kîlometreyan ji Kerkûkê dûr e hêzên pêşmerge diman, lê niha ji aliyê leşkerên Amerîkî ve tê bikaranîn.

27‘ê Kanûna 2019‘an jî li hember heman baregehê êrîş pêk hatibû. Di encama êrişê de mûtehîtekî Amerîkî jiyana xwe ji dest dabû, gelek leşkerên Amerîkî û Iraqî jî birîndar bibûn.

 


Mijarên Din