‘Li dijî artêşa Tirk bibin yek’

Rûspiyê eşîra Şerabîn û nunerê Desteya Eşîrên Ereban ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher bang li pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî artêşa Tirk yekîtiya xwe ava bikin û herêmên ku artêşa Tirk dagirkirine rizgar bikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve bê navber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta dagirker çeteyên xwe li derdora Til Temrê û navçeya Eyn Îsayê bi cih dike. Her wiha domdar bi balafiran êriş dike. Yek ji van êrişan jî  12’ê Çileyê balafireke artêşa dagirker nuqteyeke leşkerî kevn ku nêzî gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê ye kir armanc. Di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd ketin û sivîlek jî birîndar bû.

Rûspiyê eşîra Şerabîn û nunerê Desteya Eşîrên Ereban ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher diyar kir ku artêşa Tirk li herêmên ku dagirkirine, demografiya herêmê diguhere. Cewher got, ji bo ev kiryarên dewleta Tirk biser nekevin, divê diyaloga Sûrî- Sûrî pêk were.

Sabit Cewher salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li tevahiya gelan pîroz kir û wiha pê de çû: “Ev biranîn gelek hêvî û êşan bi xwe re tîne. Anku êşên vê salê ji ber Erdoganê sûcdar derketine û bûne sedema dagirkirina herêmên Girê Spî û Serêkaniyê. Ji ber vê yekê zêdetirirî 300 hezar sivîl koçberbûn. Li milekî din hêviyên ku bi xwe re  anîne jî sekna tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel QSD`ê ye.”

Sabit Cewher hêviya garantiya ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir wiha bang li pêkhateyên herêmê kir: “Li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin. Bi vî awayî em ê koçberên Serêkaniyê, Girê Spî, Carablus, Bab û Efrîn li malên wan vegerin.”

Cewher bal kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî û wiha pê de çû: “Em wekî eşîr û êlan domdar bang li Rêveberiya Xweser dikin ku diyalogên Sûrî-Sûrî pêk bînin û bi rejîma Sûriyê re jî danûstandinan bikin. Da ku destkeftiyên bi saya Rêveberiya Xweser hatine bidestxistin, werin parastin.”

Cewher got: “Divê eşîrên Kurdan, Suryan, eşîrên Ereban, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldana xurtkirina QSD`ê dikin, ji bo axa xwe ji dewleta Tirk biparêzin. Bi vî awayî wê ewlehî misoger bibe, rewşa aborî baş bibe û koçber li malên xwe vegerin.” 

Sabit Cewher bal kişand ser kiryarên artêşa Tirk ên li dijî gelên herêmê û wiha got: “Erdogan û hikumeta wî ya sûcdar 1500 malbat ji herêmên Tirkiyê koçber kir û li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kir.”

Rûspiyê eşîra Şerabîn û Nûnerê Meclisa Desteya Rûspiyên eşîrên Ereban ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher, Rêveberiya Xweser sivlav kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em mil bi mil li gel Rêveberiya Xweser in. Da ku aramî û ewlehiya herêmê misoger bibe, kar û xebatê li rêveberiyê pîroz dikin. Em domdar banga çêbûna diyarlogên Sûrî-Sûrî dikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din