Li dibistan û zanîngehên Iraqê hejmara qurbaniyan zêde dibe

Îro li Iraqê gelek dibistan û zanîngehan grev pêk anî û her wiha jî bîlançoya qurbaniyên xwepêşandanên înê bilind bûn.

Kanala Someriyê News ragihand ku xwepêşandêrên xwenedekar deriyên sereke yên Zanîngeha Kerbelayê girtin û nehiştin kes derbas bibe. Someriyê News diyar kir ku xwepêşandêran nehişt xwendekar, kadroyên perwerdeyê û karmendên zanîngehê derbas bibin.

Çavkaniyekî herêmî daxuyand ku piranî xwendekarên rojhilatê paytexta Bexdayê dest bi greve kiriye.

Bîlançoya qurbaniyên xwepêşandêrên înê yên Iraqê gihîşt 25 kuştî û 130 birîndaran.

Çekdarên devpêçayî yên ku li erebeyên sivîl siwar bûne, înê bê ser û ber gule ji rûberên nêz ve li xwepêşandêran reşandin da ku tirsê têxin nava xwepêşandêrên li Qada Xilanî ya li nêzî pira Senek.

Li aliyekî din jî parlamentoya Iraqê bang li rûniştineke awarte ya duşema bê bi beşdariya fermandariyên ewlehî yên bilind da ku mijara hedefgirtina xwepêşandêrên li Bexdayê lêkolîn bikin, kir.

Ev jî piştî hedefgirtina firokeya bêpîlot a navenda serokê Teyar El-Sedrî Muqteda El-Sedr ku piştî wê Teyar gefa bersivdanê ku tu kes texmîn nake da, pêk hat.

(fr)


Mijarên Din