Li derdora gundê Yabisê şer giran e

Di van kêliyan de, li derdora gundê Yabisê yê rojavayî bajarê Girê Spî, şerên giran rû didin. Ji ber ku zerareke mezin gihîşt artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, lewra gund topbaran dikin.

Gundê Yabisê 10 km li rojavayî Girê Spî dikeve, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe hewl dide dagir bike. Şervanên QSD`ê bersiv didin û nahêlin ku dagirker bipêşve werin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku li derdora gund di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şerên giran rû didin.

Nûçegihanê me got, zerareke mezin gihîştiye artêşa Tirk û çeteyên wê. Artêşa dagirker gund daye ber topan.

Heta vê kêliyê topbaran û şer bi dijwarî dewam dike.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din