Li derdora Eyn Îsayê tevgera hêzên dagirker zêde dibe

Tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeya Eyn Îsa roj bi roj zêde dibe.

Tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe. Ji duh ji saetên êvarê ve liv û tevgera dagirkeran bi awayekî zêde heye. Dagirker ber bi navçeya Eyn Îsayê ve diçin.

 Îro di saet 05:00`an dagirkeran 8 lodir ku li ser wan tank û 15 erebeyên leşkerî hebûn ber bi navçeya Eyn Îsayê ve şandin. Bi pranî liv û tevgera dagirkeran li derdora Xirbet Faris zêde ye.

Her wiha li navçeya Eyn Îsa û derdora wê balafirên keşfê digerin.

ANHA