​​​​​​​Li Derayê mayînek bi erebeya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya

Li bakurê Derayê mayînek bi erebeyeke veguhastina 4 endamên şaxê ewlehiya siyasî ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya û di encamê de 2 endam mirin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro mayînek bi erebeyeke veguhastina 4 endamên girêdayî şaxê "Ewlehiya siyasî" ya hikumeta Şamê ve teqiya. Di encama teqînê de 2 endam mirin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji meha Hezîrana 2019`an û heta îro li Dera û başûrê Sûriyê hejmara teqîn û hewldanên qetilkirinê yên bi tevahiya awa û rêbazan gihaştiye hezar û 113'an. Di van teqînan de 762 sivîl û leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û komên çekdar hatine kuştin.

(eh)


Mijarên Din