Li Danîmarkê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinê çalakiyek hate lidarxistin

Li peytexta Danîmarkê bi dehan jinên kurdistanî ji bo şermezarkirina zêdebûna tundiya li ser jinan di karantiyê de, çalakî li dar xistin.

Bi qedexekirina derketina derve û mayîna hemû kesan di mal de, tundiya li ser jinê hîn zêdetir bû.

Ji bo şermezarkirina vê tundiyê, Tevgera Jina Kurd li Ewropayê, di 5`ê Gulanê de bi daxuyaniyekê bang li hemû jinên cîhanî kir ku bêdeng nemînin.

Di vê çarçoveyê de, li peytexta Danîmarkê (Kopinhagin) çalakî hat lidarxistin. Her wiha li hemû bajarên Ewropayê jî heman çalakî berdewam in.

Di çalakiyê de pankêrtin ku wiha li ser hatiye nivîsandin "Tundiya li dijî jinê siyaset e","Gengaz e ku tu jî wê yekê bibînin – jin jiyana azadî" û ala Tevgera Jina Kurd li Ewropa hatibûn rakirin.

Di çalakiyê de, ji aliyê Meclisa Jinê ve daxuyaniyek hat dayîn tê de ji civaka Danîmarkê daxwaz kir ku li hember tundiya li ser jinan bêdeng nemîne.

Duh li bajarên Siwêd jî heman çalakî hatin lidarxistin û li Bakurê  Kurditanê jî xwepêşandanek ji aliyê jinan ve hate lidarxistin.


Mijarên Din