Li Dalih di navbera artêşa Yemenê  û hûsiyan de şerên dijwar rû dan

Di navbera endamên hêzên Hûsî û artêşa Yemenê li parêzgeha Dalih başur Yemenê şerên dijwar çêbûn.

Çavkaniyên leşkerî ji Sky Newsê re ragihand ku hin kuştî ji endamên hêzên Hûsî yên bi piştevaniya Îranê û hin birîndar di êrîşên bi hêzên artêşa Yemenê re li mûdîriyeta Qeitebe ya bakur parêzgeha Dalih a li başurê Yemenê de, hene.

Heman çavkanî diyar kir ku êrîşên dijwar piştî hewldana endamên hûsiyan a pêşdeçûna li eniya Şexeb a rojavayê mûdîriyeta Qeitebe rû dan. Li rexê jî hêzên Yemenê êrîşên hûsiyan têk bir û neçarî paşvekişînê kirin. Di encamê de windahî hene û alavên leşkerî hatin rûxandin.

Girêdayî mijarê hêzên artêşa Yemenê hejmareke mezin ji  çek û cebilxane ku di erebeyekê de bû ber bi nuqteya Hûsî ya li herêma El-Rêbê ya li eniya Hecer a parêzgeha Dalih a başurê Yemenê ve diçû, desteser kirin.

(fr)


Mijarên Din