Li Cizîrê zêdetirî 270 donim çandinî şewitî

Tîmên agirkujiyê yên li navçeya Til Birak û kantona Hesekê şewatên bi zeviyan ketin, vemirandin û ji ber şewatê zêdetirî 270 donim genim û ceh şewitî.

Tîmên agirkujiyê yên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo îro bi hevkariya şêniyan şewata ku di nava zeviyên çandiniyê yên gundê Xirbet Dahir ê nêzî bajarokê Girbawî de pê ket, vemirand. Agir nêzî 60 donim ceh şewitand.

Her wiha tîmên agirkujiyê şewata ku li gundê Reşo yê girêdayî navçeya Til Birakê çêbû, vemirand û nêzî 100 donim ceh ê welatiyê Cûma Remê şewitî. Li gorî şêniyan şewat ji ber kehrebeyê çêbû.

Tîmên agirkujiyê li Hesekê şewata ku bi 110 donimê çandiniyê ketibû, vemirand.

Foca Agirkujiyê ya bajarê Hesekê gelek şewatên din li cihên cuda ji gundewarên Hesekê vemirandin û ji ber wê jî nêzî 100 donim  şewitî.

HESEKÊ

Ji ber sedemên ne diyar şewat di nava zêdetirî 110 donimî li cihên cuda yên kantona Hesekê de çêbû û ji aliyê foca agirkujiyê ve şewat hat vemirandin.

Li gorî rêveberiya giştî ya Desteya Jîngeh û Şaredariyan cih û miqarên şewitîne wiha ye û hemû ji ber sedemên ne diyar in:

Şewata li nêzî çerxerêya Sedîq a li ser çiyayê Kizwanan ku ji ber sedemên nediyar çêbû, hate vemirandin. Ji ber wê jî 10 donim zevî şewitî.

Li gundê El-Mîlebiyê şewat çêbû û nêzî 35 donim şewitî û şewat hate vemirandin .

Li gundê Micerce ji ber sedemên nediyar nêzî 50 donim şewitî û şewat hate vemirandin.

Li gundê Berzan ê li ser rêya Sifeya şewat ji ber sedemên nediyar çêbû û nêzî 5 donim zevî şewitî.

Li gundê Seyid Elî yê li ser rêya Til Birak ji ber sedemên nediyar şewat çêbû û nêzî 10 donim  şewitî.

(bx)

ANHA


Mijarên Din