Li qontara çiyayê Qereçox a dikeve rojhilatê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) artêşa Iraqê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê dest bi operasyonek kir. Di dema operasyonê de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de şer derket û hîna şer didome.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, şaneya çeteyan ji 6 kesan pêk tê. Di van kêliyan de şer di navbera artêşa Iraqê û çeteyan de berdewam e.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS