Li Cindirêsê çeteyên Tirkiyê bi hev dikevin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer rû dide.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji hundirê Efrînê dane ANHA‘yê, li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê çeteyên "Ehrar El-Şam" û çeteyên "Ehrar El-Şerqiye" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hev dikevin.

Li gorî agahiyên destpêkê kuştin û birîndarên herdu aliyan hene. Ji bo rakirina kuştî û birîndaran erebeyên ambulancê li cihê şer e.

Şer hîna berdewam e.

ANHA


Mijarên Din