Li cîhanê 42 milyon kes bi koronayê ketine

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 42,4 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî milyonekê ye.

Reutersê diyar kir ku li cîhanê zêdetirî 42,4 milyon kes bi vîrusê ketine û hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 146 hezarî.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dewletên herî zêde zirar ji ber vîrusa koronayê kişandiye û hejmara kesên bi vîrusê ketine zêdetirî 8,5 milyon kes e, her wiha hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye gihaşt 224 hezarî.

Hindistan ji aliyê pêketiyan ve di rêza duyemîn de ye û ji aliyê miriyan ve jî di rêza sêyemîn de ye, zêdetirî 7,8 milyon kes li welêt pêk ketine û 118 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Brezîlya jî bi hejmara pêketiyan di rêza sêyemîn de ye û 5 milyon û 353 hezar û 656 kes bi vîrusê ketine û bi hejmara miriyan jî di rêza sêyemîn de ye û 156 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

 (eh)


Mijarên Din