Li Cerablusa dagirkirî pirsgirêka avê

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Cerablusê yê dagirkirî diyar kir ku pirsgirêka ava vexwarinê, bi kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê re bi destê dewleta Tirk, zêde dibe.

Dewleta Tirk û Sûriyê di 1987`an de têkildarî dayîna avê ji xaka Sûriyê re li hev kir, lê ji destpêka Gulana derbasbûyî ve Tirkiyê rêjeya dayîna avê kêm kiriye û tenê ji sedî 60`î dide.

Çavkaniyên ji ber ewlehiyê nexwest navên xwe eşkere bikin, da zanîn ku li herêma Cerablusê ku li ser ava Firatê ye, aloziya kêmbûna avê derketiye. Çavkaniyan parve kir ku tevî şêniyên bajêr fatoreyên avê didin jî, lê dîsa ji beriya du mehan ve av zêde nayê taxên bajêr.

Li herêmên dagirkirî rewşa debarê zor dibe, lê ji ber pirsgirêka avê şênî neçar dimînin ku sehrîcên avê bixwazin an jî avê bi nirxekî buha bikirin.

Şêniyên gund û bajarên li nêzî ava Firatê ya bakurê Sûriyê dimînin, zehmetiya debarê dikişînin, ji ber dewleta Tirk geh avê dide û geh nade.

(eh)

ANHA


Mijarên Din