Li Cerablusê li ser erebeyên çeteyan ala DAIŞ’ê!

Li bajarê Cerablusê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, aleke çeteyên DAIŞ`ê li ser erebeya çeteyekî girêdayî koma ‘Şuhade Şerqiye’ hate dîtin.

Roj bi roj hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, zêde dibe. Bi vê yekê diyar dibe ku herêmên dagirkirî ji bo çeteyên DAIŞ`ê herêmên ewle ne.

Çavkaniyan ji Cerablusê wêneyek bi rê kir ku tê de ala çeteyên DAIŞ`ê li ser erebeya çeteyê bi navê Ebû Haris Biqris heye. Çeteyê navborî girêdayî koma çete ya bi navê ‘Şuhade Şerqiye’ ye.

Heman çavkaniyan ragihand ku DAIŞ`ê bi navên cuda li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, hene.

Çete Ebû Haris ji gundê Biqirs e ku 40 km li başûrê rojhilatê Dêrazorê dikeve.

(kc)

ANHA


Mijarên Din