Li Cerablusê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li başûrê Cerablusê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, di navbera du komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Di encama wê de kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyên taybet ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku li başûrê Cerablusê di navbera du komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şer di navbera fesîleya "Ketayib Siwar Şiûx" a girêdayî fesîleya "Lîwa Şemal" û çeteyên Koma Ebû Beraa Sirîsî û eşîra Cîsat di nava ketîbeya El-Cebhe El-Şamiye de derket. Di encama wê de 1 kuştî û 3 birîndar ji koma Ebû Beraa Sirîsî çêbûn.

Çavkaniyan diyar kir ku şer li gundê Tîşan ê 3 km dikeve başûrê Cerablusê, çêbû û her du alî hêzên xwe kom dikin bêyî ku sedema nakokiyê were diyarkirin.

Li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin ji Cerablus, Efrîn û heta Idlibê tevliheviyeke ewlehiyê heye. Di navbera çeteyên ku Tirkiyê rêveberiya herêmê daye wan de, şer derdikeve. Gelek caran jî şerê wan ji ber parvekirina mal, milk û pereyên ji diziyê û sivîlên têne revandin distînin, derdikeve.

(bx)

ANHA


Mijarên Din