Parêzgarê herêmê û çavkaniyeke ji artêşa Burkîna Fasoyê da zanîn ku di encama 2 êrişên çekdaran ên rojên yekşem û duşemê de herî kêm 28 leşker û sivîl hatine kuştin.
Artêşa Burkîna Fasoyê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Li devera Valangoto ya li bakurê welêt ya nêzî sînorê Nîjerê êrişek li dijî yekîneyên me hat kirin. Di encamê de 10 leşker û 2 endamên hêzên dilxwaz û sivîl hatin kuştin. Artêşê diyar kir ku piştî êrişê cenazeyê 15 êrişkaran hatin dîtin.”
Parêzgarê herêma Cascades a li başûrê welêt Jean-Charles Det Yanabuono Som bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrişa roja yekşemê cenazeyên 15 mêran ku hemû sivîl in, hatin dîtin. Her wiha daxuyand ku çekdaran erebeyeke ku 8 jin û 16 mêr lê bûn, rawestand û tenê jinek û mêrek hatin berdan.
Jean-Charles Det Yanabuono Som got: "30ʹyê Çileyê li nêzî gundê Lengikoro cenazeyên qurbaniyan hatin dîtin ku şopên guleyan li ser hebûn."
(bb)