Li Bokemalê 10 leşkerên alîgirên Îranê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din ji ber êrîşên balafirên şer ên nenas ên li herêma Bokemal a li rojhilatê Sûriyê ya li ser sînorê Iraqê, 10 leşkerên Iraqê yên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdulrehman ji AFP`ê re ragihand ku êrîşan her 3 nuqteyên Pasdarên Îranê û komên alîgirên wan ên li bejahiya rojhilatê Dêrazorê kirin armanc û ne diyar e ka êrîş ji hêla kê ve pêk hatiye.

Abdulrehman tekez kir ku di encama êrîşê de 10 leşkerên alîgirên Îranê hatin kuştin.

(eh)


Mijarên Din