Li Beyrûtê têkildarî folklora Kurdî çalakiyek

Weqfeya Çanda Civakî ya Newroz a li paytexta Lubnan, Beyrûtê çalakiyek têkildarî folklore Kurdî lidar xist.

Bi dehan jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê bi tabloyê ku balê dikşîne ser kevneşopiya Kurdî hatin daliqandin.

Çalakî bi axaftina seroka Weqfeya Çanda Civakî Henan Osman destpê kir. Henan bixêrhatina beşdaran kir û got, armanca çalakiya folklore kurdî bi cîhanê re bidin naskirin.

Piştre senevizyoneke li ser Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û kurtejiyana têkoşer Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ve hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din