​​​​​​​Li Beyrûtê alozî berdewam e

Duh gelek xwepêşandêran li ber parlamentoya Lubnanê ya li Beyrûtê kom bûn, di navbera wan û polîsan de şer derket, piştî ku xwepêşendêran hewl da deriyê parlamentoyê bişikînin û derbasî parlamentoyê bibin.

Li nêzî avahiya Nehar û Şaredariya Beyrûtê xwepêşandêran rê girtin û ji ber mudaxeleya polîsan 4 kes birîndar bûn.

Di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de li derdora meclisê şer derket. Hejmara xwepêşandêran zêde bû û şer berdewam kir. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê bersiva xwepêşandêrên da. Li welêt xwepêşandêr çalakiya xwe didomînin.

Her wiha komserê hikumetê yê Dadgeha Leşkerî Fadî Eqîqî têkildarî temamkirina qonaxa yekemîn a lêpirsîna girêdayî teqîna li bendera Beyrûtê got: "18 kesên rayedarên meclisa rêveberiya benderê, rêveberiya gumrikê û karkerên embara 12’an di lêpirsînê re derbas bûn. Niha 16 kes hatine destgîrkirin.”

Wekîlê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê Fadî Sînan da zanîn ku di teqîna Beyrûtê de 138 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha rewşa birîndarên di nexweşxaneyan de bi rêjeya ji sedî 30 xeternak e. 

(eh)


Mijarên Din